Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serbazekê li bajarê Kirmanê, bi sedemek nexuya 5 sewrbaz kuştin

12:21 - 23 Kanûna Paşîn 2024

Serbazekî Artêşa rêjîma Îranê li bajarê Kirmanê de bi sedemeke nexuya teqe li 5 serbazên din kiriye û ew kuştine û rêjîmê jî heta niha ti zanyariyek li derheq sedema kuştina wan serbazan belav nekiriye.

Fermandeyê biryargeha Artêşa rêjîmê li bajarê Kirmanê “Emîr Xulamiyan” gotiyue ku serêwara roja Yekşemî, serbazekî binkeya wan li bajarê Kirmanê de li dema nigehbanîdana xwe de çoye nav cihê razana serbazan û bi sedemeke nexuya 5 serbaz kuştine.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku ew serbaze piştî kuştina 5 kes ji hêzên rêjîmê, reviyê lê hêzên ewlehî, ev binçav kirine.

Heta niha ti zanyariyek li ser nasnameya wî serbazî û serbazên ku hatine kuştinê û herwisa sedema kuştina wan 5 serbazan, ti zanyariyek belav nebûye.