Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li heyama 3 heftiyan de rêjîma Îranê zêdetir ji 60 welatiyên Kurd binçav kirine

10:55 - 24 Kanûna Paşîn 2024

Li heyama 3 heftiyan de zêdetir ji 120 kes li seranserê Îranê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin ku zêdetir ji 60 kes ji wan binçavkiriyan, welatiyên Kurd in.

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, zêdetir ji 120 kes ku nasnameya wan hatiye zanîn, li seranserê Îranê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin ku zêdetir ji %50 a wan binçavkiriyan, welatiyên Kurd in û bi awayekî din zêdetir ji 60 kes ji wan binçavkiriyan xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne.

Amarên belavbûyî didin xuya ku rêjîma Îranê bo serkutkirina zêdetir a xelkê Rojhilatê Kurdistanê û rêgirî ji serhildana xelkê, hewla binçavkirinên zêdetir, sepandina cezayên girantir û lezgîntirkirina bidarvekirina welatiyên Kurd dide.

Ew amare li halekê de ye ku hejmarek din ji welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî û leşkerî yên rêjîmê ve hatine binçavkirin ku nasnameya wan nehatiye zanîn.