Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên ewlehiya rêjîma Îslamiya Îranê 2 ciwanên xelkê bajarê Şinoyê binaçv kirin

10:58 - 24 Kanûna Paşîn 2024

Hêzên îtilaata spaha pasdaran a terorîst bi bê belgeya yasayî, 2 welatiyên Kurd ên xelkê gundê “Kanîreş”ê ser bi bajarê Şinoyê binaçav kirine û sedema binçavkirina wan 2 welatiyan heta niha nehatiuye zanîn.

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya Kurdpayê, demjimêr 9ê sibêdeha roja Sêşemî 3ê Rêbendanê, 2 ciwanên Kurd ên bi navên “Soran Bengînî” kurê “Resûl” û “Şehram Îbrahîmî” kurê “Qadir” û xelkê gundê “Kanîreş”ê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Malbata wan 2 ciwanên Kurd bo agehdarbûn ji qedera zarokên xwe û zanîna rewşa wan, serdana îdareya Îtilaata spaha pasdaran a terorîst li bajarê Şinoyê de kirine, lê hêzên hov û dijemirov ên rêjîmê ti bersivek bi wan malbatan nedane.

Pêka rapora Kurdpayê, hêzên ewlehî li dema binçavkirina wan 2 ciwanan de ti belgeyeke yasayî nebûne û heta niha ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wan welatiyan de li ber dest nîne.