Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjeya hatûçona deryayî li deryaya Sor de %22 kêm bûye

11:08 - 24 Kanûna Paşîn 2024

Berpirsekî ticareta Ewropayê daye zanîn ku bi sedema êrîşên Hûsiyên Yemenê li ser gemiyên ticarî li deryaya Sor de, rêjeya hatûçona gemiyan %22 kêm bûye.

Roja Sêşemî 3ê Rêbendana 1402 a Rojî, Komîserê Ticareta Ewropayê “Valdîs Dambroskis” li konferanseke rojnamevanî de ragihand ku hatûçona Deryayî li deryaya Sor de bi sedema êrîşên Hûsiyan, li heyama heyvekê de %22 kêm bûye û ew yeka li heyama demdirêj de dê bandorê ser nirxa tiştan bike.

Herwisa navbirî ragihand ku pêka biryara hejmarek zêde ji kompaniyên navnetewî yên veguhastina deryayî, gemiyên wan kompaniyan di cihê derbasbûn ji kanala Soêz û deryaya Sor, rêya devrlêdana Afrîqayê hildibjêrin û pêka berewirdan rêjeya hatûçonê li deryaya Sor de dê hêj kêmtir bibe.

Li navbera 12 heta %15 a qasa ticareta cîhanê ji kanala Soêzê re derbas dibe ku bi vê pêkê ew rêjeye dê kêmtir bibe.

pêka amarên belavbûyî, aloziyên deryaya Sor û geviya Babulmendeb, bi sedema êrîşên Husiyan bi ser gemiyên ticarî, bûne sedema xisarên giran bo ticareta cîhanî ku li her rojê de li navera 7 heta 10 milyard Dolarî ye.