Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elî Xamineyî rêberê Rejîma Îranê îdia dike ku Xewdê bi zimanê wî axiviye

11:01 - 3 Kanûna Paşîn 2024

Rêberê çewtekar û wehmgirtiyê rejîma Îranê ku xwe bi cihgirê Îmam Mehdî binav dike, li îdiayeke ecêb de gotiye ku Xwedê bi zimanê wî axiviye û ew yeka ecêbtirîn îdiaya û direva reberê rejîma Îranê bûye.

Rêberê Rejîma Îslamiya Îranê li axaftina xwe de digel malbata terorîstê navnetewî “Qasim Silêmanî” îdia kiriye ku Xwedê bi zimanê wi axiviye û bi xwe ti îradeyek bo axaftinê nebûye û Xwedê bi zimanê wî axaftineke bi nirx kiriye ku gelek li ser pasdarên derdora wî bi bandor bûye.

Rêberê rejîma Îranê tevî hemû çewtekariyan û xwe bi cihgirê Îmam Zeman nasandin heta astekê bû pêkenokê xelkê lê ew îdiaya wî hemû sînorên Olî şikandiye, ew îdiaya Elî Xamineyî nîşan ji jidestdana aqil e û bêrêzîkirineke tewav bi hemû hizir û bawerên Olî ye.

Rêberê ji kontrolderketiyê rejîma Îranê ew axaftinên bêrîzîker û çewt li roja Yekşemî li hevdîtin digel malbata terorîstê navnetewî “Qasim Silêmanî” de kiriye û girte vîdyoya wan axaftinê wî li rûpela Elî Xamineyî li tora civakiya “X” de belav bûye.

Pêka ola Îslamê, Xwedê bi tenê bi rêya “Hz. Cibraîl” û bi tenê digel Pêxemberên Xwedê axiviye û îdiaya “Elî Xamineyî” ji wan sînoran derbas bûye û xwe wek fireşteyekî Xwedê dibîne!!!!???