Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kamiyoneke cebilxaneya rêjîma Îranê li Sûriyê hate teqandin

10:22 - 25 Kanûna Paşîn 2024

Kamiyoneke hilgirê cebilxaneya rêjîma Îranê bo milîsên ser bi rêjîma Îranê li rêya bajarê Abûkemal li parêzgeha Dêrezorê hate bombebaran kirin û hejmarek nexuya ji milîsên Hêyderiyûn jî hatine kuştin an birîndarkirin,

Pêka rapora “El-Erebiye” roja Sêşemî 3ê Rêbendanê, kamiyoneke hilgirê alavên taybet bi mûşek û dironan ên rêjîma Îranê ku bo milîsên ser bi rêjîma Îranê dihate şandin li nêzî bajarê Ebûkemalê de rastî êrîşa esmanî ya Îsraîlê hatiye û ji nav çoye, û hejmareke nexuya ji milîsên Hêyderiyûn ên ser bi rêjîma Îranê ku mijûlê vegihastina vê cebilxaneyê bûne li vê êrîşî de hatine kuştin an birîndarkirin.

Pêka rapora “Elerebiye”, yekeya 4400 a bi fermandehiya “Hac Fadî” ku berpirsê hevkarî û geşeya leşkerî yê Hizbullahê ye bi hevkariya yekeya 190 bi fermandehiya “Bêhnam Şehriyarî” ku erkê vegihastina çek û cebilxaneya spaha quds li stuyê wî ye, berpirsê veguhastina alavên leşkerî yên rêjîma Îranê bo Hizbullahê ye.

pêka vê raporê, milîsên Hêyderiyûn ku li Sûriyê de ji aliyê “Hebîb Ezîmî” ve bi rê ve diçin, hevkariya yekeya 4400 dikin ku bi rêyên neyasayî kamiyonên barhilgir ji Îranê û bi rêya axa Îraqê û Sûriyê bo Hizbullah a Lubnanê dibin û rêjîma Sûriyê jî ti rêgiriyek ji wan nake.