Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Husiyên Yemenê êrîş kirne ser gemiyiyeke ticarî

12:29 - 25 Kanûna Paşîn 2024

Navendeke ewlehiya deryayî ya Birîtaniyayê ragihandiye ku gemiyeke ticarî li deryaya Sor de kevtiye ber êrîşa mûşekî lê ti xisarek bi gemiyê nekevtiye û mûşek li 100 metriya gemiyê de teqiyaye.

Navenda Ewlehiya Deryayî ya “Ambirî” ya Birîtaniyayê belav kiriye ku roja Çarşemî 4ê Rêbendanê, gemiyeke ticarî li deryaya Sor de kevtiye ber êrîşa mûşekî lê ti xisarek bi gemiyê nekevtiye û mûşek li 100 metriya gemiyê de teqiyaye.

Herwisa vê navendê ragihandiye ku ew teqîne li nêzî 100 kîlometraiya bajarê qiraxavî yê “Moxa” li başûrê Yemenê de qewimye û him gemî û him kesên li gemiyê ti xisarek bi wan nekevtiye.

Hevdem digel wan êrîşan berpirsê karûbarên Dervê yê Husiyên Yemenê bi şandina nivîsekê bo berpirsê ofîsa Hevahengî ya Karûbarên Mirovperwerane ya Saziya Netewên Yekgirtî li bajarê “Sen`a”yê daxwaz kiriye ku xelkê Amerîka û Birîtaniya yên ku li ofîsên Saziya Netewên Yekgirtî de kar dikin, derfet hene ku li heyama heyvekê, axa Yemenê bi cih bihêlin.