Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemasê belav kiriye ku li 24 demjimêrên derbasbûyî de 200 kes li Xezê hatine kuştin

12:37 - 25 Kanûna Paşîn 2024

Wezareta Tendirûstî ya Xezê belavkiriye ku li 24 demjimêrên derbasbûyî de 210 Felestînî hatine kuştin, ew yeka li halekê de ye ku hejmarek ji wan kuştiyan çekdarên Hemasê ne.

Roja Çarşemî 4ê Rêbendanê, Wezareta Tendirûstiya ya Xezê ku ji aliyê Hemasê ve tê birêvebirin bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku li 24 demjimêrên derbasbûyî de 210 Felestî hatine kuştin û 380 kes jî birîndar bûne û hêj hejamreke zêde ji terman li bin kawilên malan û li ser şeqman mane û amara wan nehatiye zanîn.

Herwisa vê wezareta Hemasê daye zanîn ku heta niha li encama şerê xezê de zêdetir ji 25 hezar û 700 kes hatine kuştin û 63 hezar û 740 kes jî birîndar bûne; Ew amarane li halekê de ne ku Hemasê xelkê Felestînê wek barimte weke mertalê zindî bi kar tînin û hejmarek ji wan kuştî û birîndaran, milîsên Hemasê ku bi kincên medenî li nav xelkê de ne û dema têne kuştin an birîndarkirin, wek kesên medenî têne xuya.