Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelatê 15 milyon Dolarî bo vergirtina zaniyariyan li ser tacirekî rêjîma Îranê

12:38 - 25 Kanûna Paşîn 2024

Amerîka bo peydakirina zanyarî li derheq Tacirekî rêjîma Îranê ku alavên hewce bo berhemanîna dironên rêjîma Îranê dabîn dike, û wan dironan bo Rûsiyê dişîne, 15 milyon Dolar xelat diyarî kiriye.

Wezareta Bazirganî ya Amerîkayê roja Çarçemî 4ê Rêbendanê bi belavkirina daxuyaniyekê ragihandiye ku bo bidestxistina her zanyariyeke serast li derheq tacirekî ser bi rêjîma Îranê yê bi navê “Husên Hatifî Erdekanî” ku bo berhemanîna dironên hewce bo Rûsiyê li şerê digel Ukraynê de alîkariya rêjîma Îranê dike, heta 15 milyon Dolar xelat diyarî kiriye.

Herwisa ew tacirê ser bi rêjîma Îranê pêka ragihandina Wezareta Derve ya Amerîkayê, li destpêregihîştina spaha pasdaran a terorîst bi teknîkên hûr ên hewce bo berhemanîna cebilxane û firotina wan berheman hevkarî kiriye.

“Husên Hatfî Eredekanî” berpirsê heyeta birêveberiya kompaniya “Kawan Elêktronîk” û herwisa birêveberê 2 kompaniyên din ên bi navên “Têyfê Tedbîr û Besamed Elektronîk” e.