Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezayê bidarvekirina girtîyekî Kurd li dîwana bilind a rejîmê hate piştrastkirin

12:52 - 25 Kanûna Paşîn 2024

Taya 39 a Dîwana bilind a rejîmê, cezayê bidarvekirina Yûsif Ehmedî, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Bane piştrast kir.

Li gorî Nûçeya Kurdpayê, li heyama rojên derbasbûyî, piştrastkirina cezayê bidarvekirina wî girtiyê siyasî li Dîwana bilind a rejîmê, bi navbirî re hatiye ragehandin.

Piştî sê sal û çar heyîv ji girtina demkî, Yûsif Ehmedî, xelkê Bane ji aliyê Taya yek a Dadgeha Înqilaba Sine, bi serokatiya bi nav dadwer Seîdî, cezayê bidarvekirinê biser de hate sepandin û 3 welatiyên din jî xelkê bajarê Bane yên bi navên, Mihemed Kerîmî, Basit Kerîmî û Mihemed Feyzî bi gelemper 65 sal girtîgeh biser wan de hate sepandin.

Ev çar welatî li despêka Banemera 1399an, bi despêka menca girtina welatiyan li Bane, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û hêzên ewlehî ev çar welatî, bi hevkarî digel hizbên Kurdî dijberê rêjîma Îranê, tometbar kiribûn.

Ev çar welatî piştî girtinê bi mebesta lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Sine hatine veguhastin û piştî lêpirsînê bo girtîgeha Navendî a wî bajarî hatine veguhastin.

Ev çar welatiyên Kurd bi mebesta wergirtina îtirafa bi zorê li girtîgehê, ji aliyê hêzên ewlehî ve keftine jêr givaşan û hatine îşkencekirin.