Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdpayê raporeke nû li ser kuştin û birîndarbûna kolberan belav kir

11:39 - 3 Kanûna Paşîn 2024

Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê li raporeke nû de amara kuştin û birîndarkirina kolberan ji sala 2012 heta 2023 belav kir ku li serhev 2 hezar û 206 kolber in.

Pêka rapora nû ya Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, li heyama 12 salan anku ji sala 2012 heta 2023 a Zayînî, 589 kolber ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin û hezar û 617 kolber jî bi awayên cuda ji aliyê rejîmê ve hatine birîndarkirin ku li serhev 2 hezar û 206 kolber in.

Pêka vê amarê, %73 a kuştin û birîndarkirina kolberan ji aliyê rejîmê bi teqeya rastersat bûye û %6 bi sedema kevtina ji bilindahî, %4 bi sedema sir û seqem û reniyê, %4 bi sedema teqîna mîn bûye.

Herwisa li vê amarê de hatiye ku 40 kolberên ku hatine kuştinê temenê wan jêr 18 salî bûye.

Rêkxirava mafê Mirovî ya Kurdpa yê bi çartên cuda amara sal bi sal ya kuştî û birîndarkirina kolberan û hûrgiliyên vê jî belav kirine.