Keşên azadîxwaz û şoreşvan, bi armanca zindîragirtina şoreşa Jin, Jiyan, Azadî û berdewamiya wê şoreşê bi dijî dîktatoriya kevnepereste Wilayeta feqîh, li çenîn taxên bajarê urmiyê de diruşmên şoreşvanî li ser dîwaran nivisîn.
Wan keçên azadîxwaz dîwarên bajarê urmiyê bi wan diruşmên xemilandin û bala her kesî bo aliyê kar û xebata xwe rakêşan, Diruşmên ku hatine nivisîn ewin: “ Merg ber Xamineyî, Merg ber dîktator, Xamineyî qatile, Sipaha terorîst bo me her Daeşe, herwisa navê şehîdan Jîna Emînî û Armîta Girawend jî her derî nivîsîn.
Li gelek bajarên dinê wek Têhran, tewrêz, Meşhed, Kerec, û piraniya bajarên Sîstan û Belûçistanê, berdewam diruşmên bi dijî rêjîma dîktator têne nivisîn û agir berdidne hêma û postêrên rêjîmê, û li piraniya şevan xortên şoreşvan bi Koktl Molotofan êrîş dikne ser binke û organên rêjîmê.