Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hoşdariya saziya tendirustiya cîhanî li derheq şerê Xezê

12:08 - 27 Kanûna Paşîn 2024

Di demekê de ku şerê di navbera artêşa Îsra,l û Hemasê de her berdewame û qurbaniyê zêdetir lê dikevin, saziya Tendirustiya Cîhanî hoşdarî da ku piraniya qurbaniyan xelkê sivîlin.

Di wan 2 rojên derbasbûyî de ku artêşa Îsraîl bi awayekî berfireh êrîşa mûşekî û bombebaranî kiriye ser bajarê Xanyunis li Xezê, gorî amarên ku têne belavkirin sedan kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Saziya Tendirustiya Cîhanî ragihand ku bi sedema bombebaranê gelek xisar geheştiye wan cihane ku xelkê sivîl tê de dimînin, bi taybet Tedros Adhanom serokê Saziya Tendirustiyê got, Nexweşxana “Nasir” ku bi sedema bombebaranê gelek xisar pê kevtiye, û 350 birîndar û hezaran xelkê penahgirtî niha tê da ne, metirsiya herifîna wê heye, û hewcehiyekî jiyanê jî wek Av, Xwarin, Derman, nemane.

Pêka rapora Artêşa Îsraîl roja Çarşemî 4ê Rêbendanê, şerê li navbera Artêşa Îsraîl û milîsên Hemasê li bajarê Xanyûnis de li başûrê Xezê, kevte nav kolan û malan û şerekî giran didome û xisarên gelek giran bi milîsên Hemasê kevtine.