Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîl balafirxaneyeke taybet bi Hizbullahê li Lubnanê bombebaran kir

12:11 - 27 Kanûna Paşîn 2024

Balafirxaneyeke taybet bi Hizbullaha Lubnanê li başûrê Lubnanê ku alaya rêjîma Îranê jî li ser bûye, ji aliyê Artêşa Îsraîlê ve hate bombebarankirin û banda vê balafirxaneyê ji nav çoye.

Pêka rapora rojnameya “The Jerusalem Post”, Artêşa Îsraîlê banda bingehîn a balafirxaneyekê li devera “Kela Cabir” li 20 kîlometraiya sînorê Îsraîlê ku milîsên Hizbullaha Lubnanê û rêjîma Îranê bi kar dianîn, kirine armac û ji nav birine û pêka wêneyên belavbûyî yên vê binke û balafirxaneyê, alaya rêjîma Îranê tê dîtin.

Rêjîma Îranê hewlê dide ku bi rêya esmanî cebilxane û alîkariyên xwe bo milîsên terorîst bişîne û bi rêya erdî piraniya karwanên alîkariyên cebilxane û alavên mûşekî û dironiyên rêjîma Îranê ji aliyê Îsraîlê ve têne teqandin, lewma hewla rêjîmê zêdetir bo veguhastina esmanî ye.

Çend rojan berî niha cebilxaneya rêjîma Îranê ku alavên diron û mûşekan bûn û bo Milêsên ser bi rêjîmê li Lubnanê dihate şandin, li sînorê Ebûkemal de hate teqandin û hejmarek ji milêsên Hêyderiyûn ên ser bi rêjîma Îranê jî hatine kuştin an birîndarkirin.