Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li rêûresma bi axspartina Feryar Emînîpûr de hezaran kes beşdar bûn

12:15 - 27 Kanûna Paşîn 2024

Roja Înê, bi hezaran kes li rêûresma bi axspartina termê werzişvanê Kurd “Feryar Emînbîpûr” li goristana Ayçî ya bajarê Seqizê de beşdarî kirin û bi yekdengî silogana heta Kurdek bimîne, Kurdistan dê bimîne dan.

Roja Înê 6ê Rêbendanê, bi hezaran kes ji xelkê bajarê Seqizê û deverên derdor li rêûresma bi axspartina termê werzişvanê Kurd “Feryar Emînbîpûr” li goristana Ayçî ya bajarê Seqizê de beşdarî kirin û bi yekdengî silogana “heta Kurdek bimîne, Kurdistan dê bimîne, Kak Feryar Qaremane, Şehîdê Kurdistane û kak Feryarê Qehreman bi xêr bêyê nav me” dan û li ser milê xwe termê wî werzişvanê Kurd bi awayekî bi şan bi axê spartin.

Xelkê Kurdistan bi yekitî û yekrêziya xwe bala hemî cîhanê bo aliyê xwe rakêşane û ewa girîng tenê eve ku dujminê gelê Kurd û bi taybet rêjîma îranê ji vê yekîtiyê û girseya gelê kurd ditirse.

Gelê me hertim şanajî afirandiye û ji xortên xwe xwedî derkevtiye û mînaka herî dawî beşdariya dehan hezar kesî li merasimên bi axspartina 3 çiyagerên Nexedê û Feryarê pehlewan de bû cihê şanaziyê ye.

Feryar Emînîpûr ku derdora 2 salan li kempa werzişî ya “Taygêr Mûtay a welatê Taylendê de bû, li 20ê Befranbarê de bi awayekî cihê şik û gumanê li bûyereke hatûçoyê de canê xwe ji dest da.