Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Troîkaya Ewropayê bikaranîna mûşeka “Qaêm100” ji aliyê rêjîma Îranê ve şermezar kir

12:18 - 27 Kanûna Paşîn 2024

Troîkaya Ewropayê bi belavkirin adaxuyaniyekê, şandina mahwareya Soreya bi rêya mûşeka “Qaêm100” bi tundî şermezar kir.

Troîkaya Ewropayê anku “Birîtaniya, Alman û Firansê” avêtina mahwareya “Soreya” bo valatiya esman bi rêya mûşeka “Qaêm100”, bi tundî şermezarkirin û ragihandine ku sîstema bikarhatî li mûşekên “Qaêm100” de ji sîstem û teknolojiya hewce bo geşeya mûşekên dûrhawêj ên balistîkî mifah tê vergirtin.

Pêka gotina Troîkaya Ewropayê, rêjîma Îranê tevî çendîn caran daxwazên navnetewê bo sekinandina bernameya mûşekiya xwe, bi lezgînî hewla geşedan bi bernameya mûşekên balistîkî dide.

Troîkaya Ewropayê bi tekezî ragihandiye ku avêtina wiha ya mahwareyan bo valatiya esman derfetê bo rêjîma Îranê çê dike ku teknolijiya hewce bo geşedan bi mûşekên xwe yên balistîkî biceribîne.

Spaha pasdaran a trorîst îdia dike ku mahwareya “Soreya” li hêla 750 kîlometriya valatiya esman de cihgîr kiriye û troîkaya Eropayê huşdarî daye ku ew mûşekane dikarin kumikên navkî jî veguhazin û ew yeka gefeke micid bo ewlehiya dever û cîhanê.