Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirba şehîd Jîna Emînî hate gulrêj kirin

12:37 - 27 Kanûna Paşîn 2024

Roja Înê 6ê Rêbendanê, xelkê Kurdistanê hevdem digel biaxêsipartina termê Feryar Emînîpûr werzişvanê xelkê Seqizê ku li welatê Taylendê bi sedema bûyera hatinçûnê canê xwe ji dest da, serdana tirba Jîna Emînî kirin û ev tirb gulbaran kirin.

Bi hezaran kes ji xelkê Kurdistanê roja Înê li goristana Ayçî a Seqizê li rêûresma biaxsipartina wî werzişvanê Kurd de beşdarî kirin.

Xelkê Kurdistanê bi mifahwergirtin ji vê derfetê, serdana tirba şehîdên şoreşa şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî’ û herwisa şehîd Jîna Emînî kirin û bi gotina sîloganên şoreşvanî yada şehîdan bilind ragirtin.

Piştî şehîdbûna Jîna Emînî bi destê hêzên rejîmê li Tehranê, goristana Ayçî a Seqizê bû çepera rawestan li hember rejîmê û tevî afirandina rewşeke ewlehî û danîna kamêrayên çavedêriyê di vê goristanê de bi taybet li ser tirba Jîna Emînî, xelkê Kurdistanê bi berdewamî serdana wê goristanê dikin.