Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên bajarvaniya Sîsextê zêdetir ji salekê ye ku heqdestên xwe vernegirtine

12:45 - 27 Kanûna Paşîn 2024

Tevî kombûn û xwenîşandanên nerizayetî yên kedkarên bajarvaniya “Sîsext” li parêzgeha “Kohgîlûye û Boyêr Ehmed”ê, zêdetir ji salekê ye ku heqdestên xwe vernegirtine û li rewşeke dijwar de dijîn.

Li parêzgeha “Gohgîlûye û Boyêr Ehmed”ê de, bajarvaniya bajarê Sîsextê 13 heyv in ku heqdesta kedkarên vê bajarvaniyê nedaye û ew kedkarane niha li rewşeke dijwar de dijî û wan kedkaran tevî birêvebirîna çendîn kombûn û xwenîşandanan , heta niha nekarîne heqdestên xwe verbigrin.

Herwisa wan kedkaran ragihandine ku berpirsên bajarvaniyê agehdarê rewşa jiyana wan in lê ti helwîstek bo dana heqdestên wan nînin û pirsgirêkên wan kedkaran piştguh avêtine.

Pêka rapora “Sendîkaya Azad a Kedkarên Îranê” 80 kedkarên vê bajarvaniyê ku bi rêya rasterast ji aliyê bajarvaniyê ve kar bi wan hatiye dan, 13 heyv e ku ti heqdestek vernegirtine û xuya nîne ku dê bikarin mafê xwe ji bajarvaniyê bistînin an ne.

Kedkaran bi rohnî dane zanîn ku nikarin nanê rojaneya zarok û malbatên xwe dabîn bikin û li rewşeke xirab de dijîn û ti kes an aliyek jî piştevaniyê ji wan nake ku bikarin mafê xwe ji bajarvaniyê bistînin.