Rêzdar Mistefa Hîcrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi belavkirina peyamekê bi boneya koça dawiya Feryar Emînîpûr, serxweşiya xwe pêşkêşî malbata wî werzişvanî û civatgeha Kurdistanê kir.
Deqa Peyamê wiha ye:
Mergê Feryar Emînîpûr, qehremanê Kurdistanê em hemû xembar kirin, her bi vê boneyê ve ez sersaxiyê dibêjme malbata wî ya rêzdar, hemû werzişvanên Rojhilatê Kurdistanê û xelkê Seqiz û Kurdistanê.
Bêguman beşdariya berfireh a xelkê Kurdistanê li rêûresma biaxêsipartina wî qehremanî, eyana emegdariya kur ya xelkê Kurdistanê bo qehremanên xwe ye.
Xweragirî ya Kurdistaniyan û emega li bê dawiye xelkê Kurdistanê bo hilkeftiyên li warê cuda de, nîşana pêşeroja geş û tejî hêviya Kurdistanê ye.
Mistefa Hîcrî
Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê
27`ê Kanûna duyem a 2024 a Zayînî.