Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka Şehîdekî Kurdistanê, koça dawî kir

11:15 - 28 Kanûna Paşîn 2024

Dayîka Şehîd Feramerz Kamiran  li bajarê Urmiyê koça dawî kir.

Roja Şemiyê 27ê Kanûna duyem,  Gulbihar Ceiferî hewjîna Ehmed Kamran xelka gundê Cûcehî ya devera somayê , ku dayika Pêşmergê şehîd Feramerz Kamran bû ,li bajarê Urmiyê çû ber dilovaniya xwdê. Dayika Gulbihar xêncî hindê ku dayika şehîd û hewjîna kesayeyetiyekî xûyaye deverê bû , bixwejî xanmekî  kêrhatî û cihê hurmeta xelkê deverê bû.

Feramerz Kamran di 11/7/1361 ( 1982) li şerekî mêrxasane ya pêşmergên Pdkî di hember dagîrkerên Kurdistanê bi hewalê xwe yê qehreman Qadir Damsarî (Qaro) re li navbera gundên Cilxera û Gunbedê li devera somayê şehîd bûn û li goristana dîrokî ya gundê  Bêrdûkê bi axa pîroza kurdistanê hatne sipartin.

Şehîd Feramerz Kamiran cêgirê fermandê deste bû ku wek fermandeyekî egît hertim li eniya herî pêşêye şer û berxwedanan de bû.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dide malbat û kes û karên dayîka Gulbiharê û xelkê gundê Cucehiyê û xwe şirîkê xema wan dizane.