Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûsiyên Yemenê berdewamin li ser êrîşên bo ser gemiyên ticarî

12:16 - 3 Kanûna Paşîn 2024

Li rapora nû ya CENTCOM”ê de hatiye ku Hûsiyên Yemenê çend mûşekên din avêtine gemiyên ticarî lê ti derbeyek bi wan gemiyan nekevtiye û ew mûşek li avê ketine.

Stada Fermandehiya Navendî ya Amerîka “CÊNTCOM”ê bi belavkirina raporekê daye zanîn, Hûsiyên Yemenê ku ji aliyê rejîma Îranê ve têne piştevanîkirin, roja Sêşemî 12ê Befranbarê li deryaya Sor de demjimêr 9 û 30 xulekên şevê bi dema “Sen`a” ya paytexta Yemenê, 2 mûşekên balistîkî avêtine çend gemiyên ticarî lê ev mûşek bi gemiyan nekevtine.

CENTCOM”ê li vê raporê de îşare kiriye, tevî ku ev mûşek bi gemiyan nekevtine lê ev kiryara wan ya neyasayî, canê 10an melewanên bê tawan xistiye metirsiyê û haninûçona azad a ticareta navnetewî rastî sekinandinê kiriye.

Pêka rapora CENTCOM”ê ev 24emîn êrîşa Hûsiyên Yemenê bo ser gemiyên ticarî ji 19ê “November”ê ve ye.

Herwisa Kompaniya Ewlehiya Deryayî ya Birîtaniya “Ambrey”, roja Sêşemiyê bi belavkirina raporekê dabû zanîn ku gemiyeke ticarî ya hilgirê kantîneran bi alaya “Malt” 3 teqîn li aliyê çep a gemiya xwe de dîtibûn ku li 25 kîlometriya başûrê rojava ya bajarê qiraxaviya “Moxa” ya Yemenê de bûye.

Herwisa vê kompaniyê daye zanîn ku ev 3 mûşek ji aliyê parêzgeha “Te`iz” a Yemenê ve hatine avêtin û gemiyeke din jî li nêzî qewimîna vê êrîşê gemiyeke bi dirêjahiya 50 metran dîtiye ku li mewdaya 1.6 kîlometriya cihê êrîşkirinê de bûye.