Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê welatiyekî xelkê Bokanê binçav kirin

11:34 - 28 Kanûna Paşîn 2024

Hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê li bajarê Bokanê de bi bê belgeya yasayî êrîş kirine ser mala welatiyekî Kurd û ew binçav kirin û birne bo ciheke nexuya.

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, Hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê li bajarê Bokanê de bi bê belgeya yasayî êrîş kirine ser mala welatiyekî Kurd ê bi navê “Farûq Husênî” yê kurê mamosta “Ehmed”  xelkê bajarê Bokanê û li mala wî de ew binçav kirin û bo ciheke nexuya vegihastine.

herwisa “Kurdpa”yê daye zanîn ku hêzên ewlehî yên rêjîmê demjimêr 1ê nîveşeva 6ê Rêbendanê êrîş kirine ser mala wî wealtiyê kurd û piştî binçavkirina wî, mala wî vekolîne û mobayl û kampiyûtera navbirî jî digel xwe birine.

Heta dema belavbûna wî nûçeyî, ji sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wî welatiyê Kurd û cihê ragirtina wî ti zanyariyek li ber dest nîne.