Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûsiyên Yemenê bo yekem car gemiyeke şerker a Amerêkayê kirine armanc

11:36 - 28 Kanûna Paşîn 2024

Hûsiyên Yemenê  gemiyeke ticarî li kendava Edenê de kire armanc û bo yekem car êrîşeke mûşekî kire ser gemiyeke şerker a Amerêkayê jî .

Fermandehiya Navendî ya Artêşa Amerîkayê “CENTCOM”ê ragihand ku Hûsiyên Yemenê ku ji aliyê rêjîma Îranê ve têne Piştevanîkirin, bi mûşekek balistîkî êrîş kirine ser gemiya şerker a “USS Kearny” a Hêza deryayî Amerîkayê ku ew mûşeke ji aliyê sîstema beravaniya vê gemiyê ve hatiye teqandin û ti xisarek nebû.

Herwisa Saziya Operasiyonên Ticarî ya Birîtaniyayê ragihandiye ku li nêzî bajarê qiraxavî yê “Eden”ê de li başûrê Yemenê, 2 mûşek li nêzî gemiyeke ticarî de teqaiyane ku ti xisarek malî û canî nebûye.

Pêntagonê jî ragihandiye ku ew yekem car e ku Hûsiyên Yemenê bi rastersat êrîş kirine ser gemiyên şerker ên Amerîkayê.

Hûsiyên yemenê bi cebilxane û piştevaniya zanyariyan a rêjîma Îranê, gemiyên ticarî li deryaya Sor û Babûlmendeb de dikin armanc û jibilî xisarên malî û canî bo Hûsiyên Yemenê ti qazancek nebûye û li rastî de Hûsiyên Yemenê pêka siyaseta dije mirovî ya rêjîma Îranê, dixwazin xelkê Yemenê wek xelkê Felestînê bidin kuştin.