Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê diron bo Artêşa Sûdanê şandine

11:40 - 28 Kanûna Paşîn 2024

Rêjîma Îranê 6 diron bo fermandehiya Artêşa Sûdanê şandine û bi wî awayî têkildariya xwe digel şerê li Sûdanê daye xuya.

Pêka rapora “Bloomberg”ê rêjîma Îslamiya Îranê bo piştevanîkirin li Fermandeyê Artêşa Sûdanê, “Ebdulfetah Elborhan” dest di şerê wî welatî de heye û li vê çarçoveyê de 6 dironên cura “Mihacir6” dane Artêşa Sûdanê ku wan dironan şiyana hilgirtina 4 bomb an mûşekên 40 kîloyê hene.

Hinek karnasan jî gotine ku rêjîma Îranê li sala 2016 a Zayînî de ew dironane bo Artêşa Sûdanê şandine.

Herwisa li rapora “Bloomberg”ê de hatiye ku bi hizra rêjîma Îranê Sûdan, cihek girîng li deryaya Sor de heye û dikare bo nifûz û pêgeha rêjîma Îranê li Afrîqayê de alîkariya rêjîma Îranê bike.

Herwisa hatiye baskirin ku rêjêma Îranê dironên cura “Mihacir6” bo Hizbullahê li Sûriye û Lubnanê, Hûsiyên Yemenê, Artêşa Îtyopî, Rûsiye û Vênêzoêlayê jî şandine.