Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Benjamin Netanyahu: “Şer heta dawîhatin bi Hemasê dê berdewam be”

11:59 - 28 Kanûna Paşîn 2024

Tevî pêşniyar û daxwaziyên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê, Serokwezîrê Îsraîl bi tekezî ragihandiye ku bi ti awayekê şer digel Hemasê naskinîne û Hemas divê ji nav here.

Serokwezîrê Îsraîl “Benjamin Netanyahu” li civîneke rojnamevanî de roja Şemî 7ê Rêbendanê, tevî îşarekirin bi biryara dawî ya Dadgeha Navnetewî ya Lahê û herwisa bi rêzgirtin ji serbazên Îsraîlî ku li wî şerî de hatine kuştinê got: “Îsraîl divê hemû armancên xwe yên şer anku jinavbirina Hemasê, zivirandina barimteyan û alxahînbûn ji vê ku êdî Xeze nabe gef li ser Îsraîlê, bi dest bîne.

Gotinên Benjamin Netanyahu li halekê de ye ku Amerîka û Yekîtiya Ewropayê û herwisa Şêwreya Ewlehî ya Netewên Yekgirtî, çendîn cure pêşniyar bo dawîhatin bi şerê Xezê dane lê Serokwezîrê Îsraîl û Artêşa wî welatî biryar dane ku heta dawîanîn bi Hemasê û nemana gefa li ser xelkê Îsraîlê û nemana egera êrîşeke din a hevşêweya “7ê October”ê bi ti awayekê şer nesekinîn.