Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Neftalî Bênêt: “Împeratoriya şeytanî ya rejîma îranê divê bê hilveşandin”

11:53 - 1 Kanûna Paşîn 2024

Serokwezîrê berê yê Îsraîlê “Naftali Bennett” di gotarekê de li rojnameya “The Wall Street Journal” de eşkere kir ku li sala 2022an de du caran êrişî kirine ser rejîma Îranê.

Navbirî li nivîsa xwe de daye zanîn ku rejîma Tehranê li 45 salên derbasbûyî de çavkaniya teror û ne-ewlehiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê de ye û bi tekezî gotiye ku “Divê Amerîka û Îsraîl bi rasterast rûbirûyê rejîma Îranê bibin”.

Neftalî Binêt li wê rojnameyê de nivîsandiye ku Hemas û Cîhada Îslamî bi piştevaniya Komara Îslamî, li 7ê Oktobrê de hezar û 200 Îsraîlî komkuj kirin û di encamê de şerekî berfireh li Xezeyê li pey xwe anî.

Pêka gotinên “Neftalî Bênêt”, Hizbullaha Lubnanê  ku ji aliyê rejîma Îran ve piştevaniya wê tê kirin, ji vê demê ve heta niha zêdetir ji 1000 mûşek avêtine bakûrê Israîlê ku dikarî  bibe sedema karesateke mezin li deverê.

Hûsiyên Yemenê jî ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve têne piştevanîkirin, li deryaya sor de êrişê bo ser gemiyan dikin, lewma metirsiyeke micid li ser ewlehiya yek ji girîngtirîn rêyên avê yên ticareta cîhanê ye.

Herwisa navbirî îşare bi vê kir  ku milîsên Sûrî û Îraqî bi piştevaniya rejîma Îranê, êrîşê ser bingehên Amerîka dikin û gefan li welatên Ereb dixwin.

Neftalî Binêt tevî îşarekirin bi xalên serî ragihand: “Ez gihiştim wê encamê ku Împeratoriya şeytanî ya rejîma îranê divê bê hilveşandin”.