Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara sala 2023 a kuştin û birûndarkirina xelkê Belûç belav bû

17:14 - 3 Kanûna Paşîn 2024

Kempêyna Çalakvanên Belûç bi belavkirina raporekê daye zanîn ku li sala 2023 a Zayînî de, zêdetir ji 749 kes ji xelk Belûç ji aliyê rejîma Îranê ve li parêzgeha Sîstan û Belûçistan û parêzgehên din de hatine kuştin an birîndarkirin.

Pêka rapora Kempêyna Çalakvanên Belûç, li sala 2023 a Zayînî de zêdetir ji 74 hevwelatiyên Belûç bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên rejîmê hatine kuştin û 24 kes jî hatine birîndarkirin û herwisa 150 hevwelatiyn Belûç ji aliyê kesên nenaskirî ku pitir kesên ser bi rejîmê an bi kirêgirtiyên rejîmê ne, hatine kuştin û zêdetir ji 20 kes jî hatine birîndarkirin.

Herwisa 172 şewatberên Belûç li encama teqeya hêzên leşkerî yên rejîmê û bûyerên hatinûçonê ku bi sedema lipeykevtina hêzên rejîmê qewimîne, hatine kuştin û 42 kes jî birîndar bûne.

Pêka vê amarê 10 hevwelatiyên Belûç bi sedema şaşiyên pizîşkî, 6 kedkar bi sedema nebûna ewlehiya kar, 51 kes bi sedema qewimîna bûyerên cuda û xendiqîn û 3 jin jî bi sedam tundûtijiya malbatî hatine kuştin.

Herwisa li vê raporê de hatiye: “Li sala 2023 a Zayînî de zêdetir ji 177 hevwelatiyên Belûç hatine bidarvekirin, 836 hevwelatiyên Belûç hatine binçavkirin û herwisa bi 5 haletên binçavkirina bi kom hatine tomar kirin ku hejmara binçavkiriyan nehatiye zanîn,

Li vê amarê de hatiye ku zêdetir ji 68 zarok û 7 jin ên Belûç jî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.