Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bertekên li derheq êrîşa bo ser hêzên Amerîka

12:31 - 29 Kanûna Paşîn 2024

Li encama êrîşekî pehpadî de bo ser binkeyekî hêzên Amerîka li ser sinûrê ordonê, ku 3 Serbazên amerîka hatne kuştin û 34 jî birîndar bûne, bertekên tund bi dû xwe de anîn.

Serkomarê Amerîka tilya sûçdariyê dirêjî rêjîma Îranê kir û gef ji Îranê xwar ku ev kiryar bê bersiv namîne.

Li berteka li hember wê êrîşê de, vê carê herduk hizbên Demokrat û Komarîxwaz yek helwestin û Sinatorên Dêmokrat dibêjin divê tola wê êrîşa alîgirên rêjîma Îranê bo ser serbazên Amerîka, bê tolhildan nemîne û rêjîma Îranê berpirsê wê kiryara terorîstiye û divê Amerîka û hevalbendên xwe bi armanca tolhildanê, bersivekî tund bidne rêjîma Îranê.

Komarîxwazên Amerîka jî daxwazkarê kiryara tolhildanê ji hikûmeta Amerîka dikin û dibêjin kite rêka pêşî girtina kiryarên terorîstiye rêjîma Îranê eve ku rêjma îranê û girûpên milîşiyayî ye wê li derve û navxweya îranê de bikevne ber tolhildana tunde serbazî.

Rêjîma Îranê jî ku she bi aloziya wê meselê kiriye, destbicî desttêdabûna xwe li wê êrîşê de red kir û Kenanî ragihan ku me haj wê êrîşê bo ser serbazên Amerîka nîne.

Gelek welatan ev êrîş şermezar kirin, ji wan, Birîtaniya, Firanse, Alman, Ordon û …..

Payîgaha “Borca 22” hêzên Amerîka li ser sinûrê Ordon û Êraqê ye û li ser daxwaza dewleta ordonê hatiye danîn û pitir ji 350 serbazên Amerîka tê de dimînin.