Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binkeyeke spaha quds li Sûriyê kevte ber êrîşa esmanî a Îsraîl

17:37 - 29 Kanûna Paşîn 2024

Li devera “Zêynebiye” li bajarê Demişqê de binkeyeke spaha quds a ser bi spaha pasdarên terorîst ên rêjîma Îranê kevte ber êrîşa esmanî lê heta niha ti amarek ji rêjeya kuştî an birîndarên vê êrîşê belav nebûne, lê malperên rêjîma îranê nivisîne ku egera kuştî û birîndar heye.

Dervera “Zêynebiye” li bajarê Demişqî li Sûriyê ku cihê mana sîxur û terorîstên rêjîma Îranê û herwisa binkeyên spaha quds a ser bi spaha pasdaran a terorîst û milîsên ser bi vê rêjîmê bi taybet Hizbullaha Lubnanê ye, kevte ber êrîşa esmanî lê zanyariyên zêdetir li derheq kuştî û birîndaran û herwisa xisarên malî, li ber dest nînin.

Pêka rapora “Reuters”ê li vê êrîşê de binkeyeke spaha quds hatiye teqandin.

Hêj armanca vê êrîşî rohn nebûye lê wa xuya dike ku ev êrîşe bi armanceke girîng wek lêdana fermandeyên spaha pasdaran an fermandeyên milêsên ser bi rêjîma Îranê bin û raporên belavbûyî destpêkî ne û renge amarên cuda û rohnkirinên zêdeir piştre bêne belavkirin.