Rêjîma Îranê ji tirsê xwenîşandana xelkê Rojhilatê Kurdistanê li berteka bidarvekirina 4 xebatkarên Kurd, hêzeke zêde bo nava bajaran şandiye û herwisa li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê de înternet qut bûye.
Pêka nûçeyên belavbûyî li navxweyê Rojhilatê Kurdistanê, roja Dûşemî 9ê Rêbendanê rêjîma Îranê ji tirsê vê yekê ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê li berteka bidarvekirina 4 girtiyên siyasiye Kurd de xwenîşandanê bikin, hêzeke zêde bo nava piraniya bajaran şandiye.
Herwisa pêka raporên ragihandinên navnetewî, li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê de hevdem digel bidarvekirina wan çalakvana, înternet rastî qutbûnê hatiye an lezgîniya vê bi qasekî daketiye ku neyê bikaranîn.
Rêjîmê li dadgeheke şanoyî de cezayê bidarvekirinê bi ser 4 çalakvanên kurd ên bi navên “Pêjman Fatihî, Muhsin Mezlûm, Mihemed Feramerzî û Wefa Azerbar” de sepand ku roja derbasbûyî 9ê Rêbendanê li girtîgeha “Qizilhisar” a rêjîmê li bajarê Kerecê de bidar vekirin.