Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li rêûresma salvegera kuştina Qasim Silêmaniyê terorîst de 2 teqîn qewimîn

17:18 - 3 Kanûna Paşîn 2024

Pêka nûçegihaniya Tesnîm a ser bi rejîma Îranê, li 2 teqînên cuda de li rêûresma salvegera Qasim Silêmanî de zêdetir ji 55 kesan hatine kuştin û nêzî 100 kes jî birîndar bûne.

Li rêûresma salvegera kuştina terorîstê navnetewî “Qasim Silêmanî” de li goristana “Şoheda” ya bajarê Kirmanê de 2 teqîn qewimîn ku pêka ragihandinên ser bi rejîmê zêdetir ji 55 kes hatine kuştin û pitir ji 80 kes jî birîndar bûn.

Raportêrê nûçegihaniya “Danişcû” gotiye ku sedema wan teqînan li goristana Şoheda kesên bombrêjkirî bûne ku bi xwe ve teqandine, lê nûçegihaniya Tesnîm ragihandiye ku 2 bomb li 2 kîfan de bûne ku bi rêya dûr ve hatine teqandin.

Heta niha ti alî an hêzekê ew teqîna nekêşane stuyê xwe û dengoya vê yekê heye ku rejîm bi xwe bikerê vê êrîşê ye û berê jî kiryarên wiha kirine.

Rejîma Îranê heta niha çend caran bi rêya kesên ser bi rejîmê, li cihên giştî de teqe li xelkê kirine û egera vê yekê heye ku rejîma Îslamiya Îranê pilana wan teqînan dariştibe û bi rêya hinek kesan bi rê ve bibe û bi vê hêcetê çendîn kesan bidar vekin an cezayên giran bi ser wan de bisepînin û bo berjewendiya rejîmê, kuştina xelkê bi kar bînin.