Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li girtîgeha Qizilhisarê de dengê nerizayetiya girtiyan rastî tepeseriyê hat

11:19 - 30 Kanûna Paşîn 2024

Hêzên ewlehî û parastina girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê girtiyên siyasî yên li vê girtîgehê de gelek hovane dane ber lêdan û kutanê.

Piştî nerazîtînîşandana girtiyên siyasî li girtîgeha Qizilhisarê li derheq bidarvekirina 4 çalakvanên Kurd li vê girtîgehê de, hêzên tepeserkare rêjîmê û hêzên parastina girtîgehê, êrîş kirine ser wan û ew kutan.

Pêka raporên belavbûyî, girtiyên siyasî yên li benda 4 a girtîgeha Qizilhisar a rêjîma Îranê li bajarê Kerecê, bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember bidarvekirina 4 çalakvanên Kurd li vê girtîgehê de girev girtin û li hewşa girtîgehê de dirûşm dan û piştre hêzên parastina girtîgehê û herwisa hêzên wezareta îtilaat a rêjîmê êrîş kirine ser benda wan girtiyan û ew bi dijwarî kutane.

Pêka vê raporê, hêzên îtilaata a rêjîmê tevî êrîşkirin bo ser girtiyên siyasî yên benda 4 a girtîgeha Qizilhisarê, alav û tiştên wan girtiyan şikandin û bi gotinên kirêt, bêrêzî bi wan girtiyan kirine.

Herwisa hatiye zanîn ku bi sedema lêdan û kutanê, girtiyek bi navê “Efşîn Baymanî” bi sedema derbeyên giran ên wan hêzan, rastî pirsgirêka dil hatiye û bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Hêj zanyariyên zêdetir li ser êrîşa wan hêzên hov ên rêjîmê bo ser girtiyên siyasî li berdest nînin.