Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kongereya Neteweyan û hevpeymanên giştgîr ragihandin: bidarvekirina çar girtiyên siyasiye Kurd, pêşxistina tundûtîjî dijî mirovahiyê ye

11:23 - 30 Kanûna Paşîn 2024

Kongereya Neteweyên Îrana Fedrall û hevpeymanên giştgîr bo azadî û wekheviyê, bi belavkirina daxûyaniyekê, tevî mehkumkirina bidarvekirina çar girtiyên siyasiye Kurd daxwaza ragirtina lezgîn a cezayê bidarvekirinan li Îranê kir.

Di vê daxûyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku piştî nerizatiyên seranserî rejîma Îranê bi mebesta zalkirina rewşekî tirsê di nava civakê de, dest bi kuştina xelkê kiriye û bi mifahwergirtin li fokûsa raya giştî liser şerê Xezê, bi lezgînî mijûlê cîbicîkirina cezayê bidarvekirina ne.

Di vê daxûyaniyê de îşare bi bidarvekirina Ferhad Selîmî û Mihemed Qubadlû li roja 3ê Rêbendanê de hatiye kirin ku îzna dawî hevdîtinê jî bi wan re nehatiye dan.

Li dirêjeya daxûyaniyê de behsa bidarvekirina wan 4 girtiyên siyasiye Kurd yên bi navên, Wefa Azerbar, Pêjman Fatihî, Mihemed Feramerzî û Muhsên Mezlûm kirine ku roja Duşemî 9ê Rêbendanê ji aliyê maşîna terora rejîmê ve hatine bidarvekirin.

Kongereya neteweyên Îrana Fedral û hevpeymaniya giştgîr bo azadî û wekhevîtiyê, di dawiyê de ragehandine: em vê cinayetê şermezar dikin û daxwazê li rêkxistina neteweyên yekgirtî û civatgeha mafê mirovî dikin ku bo sekinandina bidarvekirinan di Îranê de, bi lezgînî Komara Îslamî bixne jêr gvaşan.