Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Yekîtiya Netewî ya Belûçistanê bidarvekirina 4 çalakvanên Kurd şermezar kir

11:54 - 30 Kanûna Paşîn 2024

Partiya “Racî Tipakî Gel” anku “Partiya Yekîtiya Netewiya Belûçistanê” bi belavkirina daxuyaniyekê bidarvekirina 4 girtiyên Kurd li girtîgeha “Qizilhisar” a rêjîma Îranê de şermezar kir.

Roja Dûşemî 9ê Rêbendanê, Partiya “Racî Tipakî Gel” anku “Partiya Yekîtiya Netewiya Belûçistanê” bi belavkirina daxuyaniyekê bidarvekirina 4 girtiyên siyasiye Kurd li girtîgeha Qizilhisarê ji aliyê rêjîma Îranê ve, bi tundî şermezar kir û ragihand ku bidarvekirina wan çalakvanên Kurd rûkê dije mirovî yê rêjîma Îslamiya Îranê, zêdetir ji her carê, dide xuya.

Li beşa dawiya vê daxuyaniyê de hatiye, Partiya “Racî Tipakî Gel” tevî sersaxîdan bi gelê Kurd û malbatên wan 4 kesên sêdaredayî û hemû malbatên şehîdên doza azadiyê, vê cinayeta rêjîma Îslamiya Îranê bi tundî şermezar dike.