Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bihayê Dirafê Îranê pitir dakevt

11:59 - 30 Kanûna Paşîn 2024

Li heyamê 2 rojan de, aliyê kêm nirxa Dolarekî Amerîka li hember dirafê Îranê de, 7 hezar tûmenî jêhel ço û geheşte nêzî 60 hezar Tûmenî.

Piştî aloziya zêdetire li nawçê de û şerxwaziya rêjîma Îranê û havêtina mûşek û dironan bo ser binkeyên Amerîka, û piştî gefa tolhildanê ji aliyê deshilatdarên Amerîka, bandorekî zêde dana ser bazar û nirxa diraf, lewma li îranê de nirxa Dolar firî û geheşte nêzî 60 Hezar Tûmenî.

Daketina nirxa dirafê Îranê bandroê dadinête ser hewcehiyên rojaneye xelkê û dirafê Îranê hinde bê nirx û bêçine bûye ku êdî dahat her çiqas be jî, têra nanê rojane û hewcehiyên jiyana xelkê nake.

Sebebkarê serke yê wê malvêraniya ku bi ser xelkê de têt, hemî vedigere bo rêjîma şerxwaz, şiltaxçî, terorîs û mirov kuje dîktatoriya wilayeta feqîh.