Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Antonî Bilînkin: “Ji sala 1973ê ve heta niha, rewşa Rojhilata Navîn hinde metirsîdartirîn nebûye”

10:37 - 31 Kanûna Paşîn 2024

Wezîrê Derve yê Amerîkayê tevî huşdarîdan li ser rewşa metirsîdar a niha ya Rojhilata Navîn, ragihand ku Amerîka mijûlê lêlkolîn li ser bersiva hewce bo êrîşa roja Yekşemî bo ser hêzên Amerêkayê ye.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antonî Bilînkin” li cîvîneke rojnamevaniya hevpar digel Sekreterê “NATO”, “Yêns Êstoltênbêrg” de li bajarê Waşîngtonê, ragihand: “Pêka berewirdên min ji sala 1973 a Zayînî ve heta niha û heta berî vê jî, Rojhilata navînî bi qasî niha li rewşa metirsiyê de nebûye”.

Gotinên “Antonî Bilînkin” nigeraniyên li derheq berfirehtirbûna şer li Rojhilata Navîn de zêde kirine û gelek kes nigeran in ku gelek zêdetir ji berê Rojhilata navîn rastî alozî û dijayetiyan bibe.

Herwisa navbirî ragihand ku Amerîka dê bersiva wan êrîşên bo ser binkeyên xwe bide û ew bersive dikare çend astî û li çendîn qonaxan de be û bi derbasbûna dem jî dê her berdewam be”.

Piştî sala 1973 a Zayînî û şerê welatên Erebî digel Îsraîlê, pêlekek ji alozî û dijayetiyan li Rojhilata Navîn qewimîn ku heta çendîn salan ne bi tenê li Rojhilata Navîn belku li seranserê cîhanê de jî dihate dîtin.