Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li parêzgeha Fars de 2 piledarên hêza serkutker a Întizamî hatine kuştin

10:42 - 31 Kanûna Paşîn 2024

Pêka nûçeyên belavbûyî, 2 piledarên hêza întizamiya tepeserkar a rêjîma Îranê li bajarê “Nêyrîz”ê de hatine kuştin û 4 kesên din ji wan hêzên hov ên rêjîmê, birîndar bûne ku bo nexweşcxaneyê hatine veguhastin.

Pêka raporên belavbûyî roja Sêşemî 10ê Rêbendanê, li bajarê Nêyrîzê ser bi parêzgeha Fars, ji aliyê kesên nenaskirî ve 2 piledarên hêza hov a întizamiya rêjîma Îranê ên bi navên “Serheng2 “Riza Şahsewenî” û sutwan2 “Elî Şahsewenî” hatine kuştin û 4 kesên din ji hêzên tepeserkar ên întizamî jî hatine birîndarkirin ku bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Fermandeyê hêza hov a Întizamiya rêjîmê li parêzgeha Fars de kuştina wan 2 piledaran û birîndarbûna 4 kesan piştrast kiriye.

Heyamek e ku êrîşên bo ser hêzên rêjîma Îranê li bajarên Îranê de zêde bûne.