Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Birîtaniya, hejmarek ji dav û destkên rêjîma Îranê xistne nava lîstê dorpêçan

11:01 - 31 Kanûna Paşîn 2024

Wezareta Derve ya Birîtaniyayê ragihandiye ku hevdem digel Amerîkayê çend kes ji taqîmên terorîstî ên girêdayî bi rêjîma Îranê xistine nava lîstê nû yên dorpêçan.

Wezareta Derve ya Birîtaniyayê ragihand ku digel Amerîkayê û bi armanca rawestan li hember torên terorê ên ser bi rêjîma Îranê li dijî dijberên rêjîmê li derveyî welat û li berteknîşandan bi gefxwarinên rêjîmê bo kuştina rojnamevanan, hejmarek ji berpirs û toreke terorîstî ya girêdayî bi wan berpirsan li lîsteyê dorpêçan zêde kirine.

Çend piledarên rêjîma Îranê ku endamê yekeya 840 a spaha pasdaran a terorîst in û li dariştina pîlan bo kuştina wan 2 bêjeran de rol hebûne, xistine nav lîsteyê dorpêçan.

Li wî lîsteyî de 7 kes û yekeya terorîstiya 840 a ser bi spaha quds hatine tehrîmkirin ku navê wan ew in,“Mihemedriza Ensarî” yek ji fermandeyên spaha quds, “Mihemed Ebdulrezaq Kenfanî” yek ji kesên nêzî Beşar Esed û herwisa “Ebdulwehab Kûçek û Elî Kûçek” û “Elî Isfencanî” û “Mihemdriza Îsfencanî” û “Mihemedriza Nasirzade” û “Nacî Şerîfî Zindeştî” ku berpirsê tîmeke wan terorîstan bûye ” li wî lîsteyê de têne dîtin.

Herwisa Wezareta Dad a Amerîkayê “Nacî Şerîfî Zîndeştî” û 2 kes ên xelkê Kanadayê li vergirtina diraf bo dariştina pîlan bo kuştina 2 kesan li Amerîkayê bi tawanbar zanîye.