Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ketayîbê Hizbullah a li Îraqê êrîşên xwe bi dijî Amerîkayê sekinandin

11:45 - 31 Kanûna Paşîn 2024

Ketayîbê Hizbullah a li Îraqê, bi belavkirina daxuyaniyekê sekinandina êrîşên xwe bo ser hêzên Amerîkayê ragihand û îdia kir ku bo şermezarnebûna Îraqê ev biryare dane lê xuya ye ku hem ji egera êrîşên Amerîkayê tirsiyane û hem jî êdî naxwazin rêjîma Îranê bo armancên xwe û şer û tevdaniyê, wan weke leyîstok bikar bîne.

Berpirsê milîsên “Ketayîbê Hizbullah”ê yê bi navê “Ebûhesen El-Hemîdawî” bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn: “Em tevî ragihandina sekinandina êrîşên xwe bo ser hêzên Amerîkayê bi armanca rêgirî ji serşoriya dewleta Îraqê, dê piştevaniya xwe ji xelkê xwe li Xezê bi şêwazên din berdewam bikin”!

Daxuyaniya Hizbulaha Îraqê ku yêk ji girûpên bereya Muqawimetê anku girûpekî girêdayî bi rêjîma Îranê ye, li halekê de ye ku serkomarê Amerîka “Joe Biden” ragiahndiye ku biryara bersivdan bi êrîşên milîsên ser bi rêjîma Îranê daye û rêjîma Îranê bi berpirsyar dizane, gotinên serkomarê Amerîkayê tirseke gelek mezin xistiye dilê rêjîma Îranê û milîsên ser bi vê rejîmê.

Çavdêrê Mafê Mirovî li Sûriyê ragihandiye ku spaha pasdaran ferman daye milîsên ser bi rêjîma Îranê ku êrîşên xwe bo ser binkeyên Amerîkayê bisekinînin.

Tevî ku Amerîkayê ragihandiye ku li axa Îranê de vê rêjîmê nake armanc lê rêjîma Îslamiya Îranê metirsiya gelek mezin a ser xwe û milîs û terorîstên girêdayê bi vê rêjîmê seh dike, lewma ferman daye bi wan taqim û milîsan ku êrîşên xwe bo ser hêzên Amerîkayê bisekinîn.