Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemas wan rojan behsa agirbesta şer dike

12:39 - 31 Kanûna Paşîn 2024

Girûpa Hemasê ragihand ku wan rojan hin pêşniyar bo agirbesta şer bi wan hatine kirin ku yek ji wan pêşniyaran, şertê berdana barmiteyên destê Hemasê da ne.

Bi gotina berpirsekî Hemasê, pêşniya hatiye kirin ku bi armanca agirbestê, girêdayî bi azadkirina barmiteyên destê hemasê de û piştre jî azadkirina felestîniyên destê Îsraîl de ye.

Hemasê heya qasekê çira kesk daye xûyakirin û benda naybençîtiya hin aliyan dike, Hemasê ragihand ku li ser bingeha wê pêşniyarê piştî azadkirina girtî û barimteyan, divê temê barimte û kesên ku hatine kuştin jî bêne guherîn.

Wezîrê derve yê Birîtaniya ragihand ku bi fermî naskirina welatê serbixwe yê Filestînê, dikare alîkar be bona dawîpêhatina şer. Deywîd Kamêron got: Rêçare bona agirbesta rastîn, qebûlkirina du welatiyê ye ku dikare dawiyê bi şer bîne.

Piştî şerê Hemas û Îsraîl, ku rêjîma Îranê piştgîriya Hemasê nekir û tenê dixwast hemasê bikar bîne bo armancên xwe, girûpên girêdayî bi îranê hayl xwe bûn û serê wan kevrê req girt, lewma Ketayêba Hizbulaha Îraqê û dure jî Hizbulaha Lubnanê û niha jî Hemas li cehda xwe xelaskirina wê batlaqê da ne ku rêjîma Îranê ev xistine nav de.