Tevî ku rêjîmê termê 4 girtiyên siyasiye Kurd yên bidarvekirî nedane malbataên wan, lê Xelkê xwedî helwest û îradeya bilind li Rojhilatê Kurdistanê malbatên wan bi tenê nehîştin û bi kom û hejmareke zêde serdana wan malbnatan dikin.
Bi hezaran kes ji xelkê xwedî helwîst û xwedî îradeyên kurd bi deste gulan serdana malbatên “Mihemed Feramerzî, Pêjman Fatihî, Wefa Azaerbar û Muhsin Mezlûm” li bajarên “Dêwulan, Kamêran, Bokan û Mihabad”ê de kirin û ew bi tenê nehiştin û tevî ku rêjîma Îslamiya Îranê termê wan xortên Kurd radestî malbatan wan nekirine, xelkê merasimên bi şan de sersaxî dane wan malbatan û li mala wan de kombûn.
Herwisa malbat û bav û dayîkên şehîdan serdana malbata wan 4 xortên Kurd kirine û tevî sersaxîdan û dilgermîdan bi wan malbatên dilşewitî, bidarvekirina wan ciwanan wek serbilindiyeke gelek mezin bo wan malbatan dane xuya.
Herwisa xelkê li wan sersaxîdanan de dirûşên wek “ew şehîd in, şehîd namirin, ew şehîdên Kurdistanê ne” dane.
Xelkê Kurdistanê malbatên çalakvan û şehîdên xwe bi tenê bi cih nahêlin û xema wan bi xema xwe dizanin û yada wan bi bilind radigrin.