Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûsiyên Yemenê careke din êrîş kirine ser gemiyeke Amerîkayê

17:51 - 31 Kanûna Paşîn 2024

Hûsiyên Yemenê cehd kirin ku bi mûşekan gemiyeke şerker a Amerîkayê bikin armanc lê sîstema berevaniya vê gemiyê ew mûşek li esman de teqandine.

Pêka rapora “CENTCOM”ê şeva Sêşemiyê, Hûsiyên Yemenê gemiyeke şerker a Amerîkayê kiribûne armanc lê sîstema berevaniya vê gemiyê, ew mûşek teqandiye û ti xisarên malî û canî nebûye; Piştî vê raporê, Hûsiyên Yemenê li roja Çarşemiyê de ragihandin ku li deryaya Sor de çendîn mûşek avêtine gemiyeke şerker a Amerîkayê.

Pêka raporên belavbûyî ew gemiye ya bi navê “ USS Gridley” bûye ku êrêşên li ser xwe ji nav birine û ti xisarek bi vê gemiya hêza deryayîya Amerîkayê nekevtiye..

Li halekê de ku rêjîma Îranê ji êrîşa Amerîkayê gelek tirsiyaye, milîsên ser bi rêjama Îranê pêka pîlanên rêjîmê, êrîşên bo ser hêzên Amerîkayê sekinandine, lê Hûsiyên Yemenê ragiahndine ku dê şer berdewam be.

Hûsiyên Yemenê her wekî milîsên Hemasê û milîsên din ên ser bi rîjîma Îslamiya Îranê û pêka siyaset û biryarên vê rêjîmê, xelkê xwe didin kuştin.