Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Israel Katz: “Em li nav şerê sêyem ê cîhanî li dijî rejîma Îran û Îslama tundajo de ne”

10:42 - 4 Kanûna Paşîn 2024

Wezîrê nû yê Derveye Îsraîlê li yekem roja karê xwe li wezareta Derve ya Îsraîlê de ragihand ku şerê sêyem ê cîhanî li dijî Îslamî yên tundajo û metirsîdarên ku rejîma Îranê ew bi zindî ragirtine, dest pêkiriye.

Wezîrê nû yê Derveye Îsraîlê “Israel Katz” li yekem roja karê xwe de li Wezareta Derve ya Îsraîlê li rêûresma nasandina xwe de got: “Em li nav şerê sêyem ê cîhanî li dijî Îslama tundajo bi rêberatiya rejîma Îranê de ne û ew hizreke tundajo ye ku pelên xwe avêtine Ewropayê jî derz”.

Herwisa navbirî gotiye ku şerê Îsraîl ne bi tenê digel Hemasê ye belkî li dijî îdeolojiyeke tundajo û tundûtîj e”.

Herwisa “Israel Katz” ragihand ku berpirsê êrîşa 7ê Octoberê, rejîma Îslamiya Îranê ye û êrîşa Hemasê bi armanca sekinandina bernameya aştiya Erebistanê digel Îsraîlê bûye.

Herwisa navbirê gotiye: “bernameya aşitîyê li deverê de kêmek mabû ku bigihîje encamê, lewma rejîma Îranê kirayrek wiha encam da.