Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zarokekî 14 salî yê kurd li jêr îşkenceya rejîmê de canê xwe ji dest da

10:45 - 4 Kanûna Paşîn 2024

Zarokekî kurd bi sedema îşkenceyên hêzên Îtilaata rejîmê, her 2 gurçikên wî ji kar kevtin û piştî 13 heyvan û piştî azadkirinê ji girtîgehê, canê xwe ji dest da.

Roja Sêşemî 12ê Befranbarê “Berzîn Hemzezade” yê 14 salî kurê “Omîd Hemzezade”xelkê bajarê Serdeştê ku li 29ê Xezelwera 1401 a Rojî de ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê li bajarê Serdeştê de hatibû girtin, zêdetir ji heftiyekê li girtîgehên îtilaatê de hatibû îşkencekirin û bi sedema wan îşkenceyên dijwar, her du gurçikên wî ji kar kevtin û piştî 13 heyvan li nexoşxana bajarê Urmiyê de canê xwe ji dest da.

Pêka rapora “Çawnews”ê ew zaroke berî binçavkirinê ti pirsgirlkeke tendirustiyê nebûye lê piştî azadkirina wî û bi sedema givaşên hundirî, çendîn caran hişyariya xwe ji dest dabû û rastî pirsgirêka gurçikan hatibû.

Herwisa “Çawnews”ê daye zanîn ku Omîd Hemzezade” yê bavê “Berzîn” ji aliyê navendên ewlehî ve li jêr givaşê de ye ku ji midyayîkirina vê nûçê xwe biparêze.