Serokê Hizbullah a Lubnabnê li derheq Kuştina “Salih El-A`rûrî” yê cihgirê serokê milîsên Hemasê hûşdarî da û got ku Hizbullah li vê derheqê de bêdeng namîne.
Roja Çarşemî 13ê Befranbarê, serokê Hizbullah a Lubnanê “Hesen Nesrullah” li hevpeyvîneke televîzyonî de li derheq kuştina cihgirê serokê Hemasê “Salih El-A`rûrî” ji aliyê Îsraîlê ve gotiye ku Hizbullah li hember vê yekê de bêdeng namîne. Lê heta niha Îsraîlê kuştina wî berpirsê Hemasê ne erê û ne red kiriye.
Herwisa “Hesen Nesrullah”, Îsraîlê bi destdirêjiya eşkere li ser Lubnanê tawanbar kir, lê gotinên wî li halekê de ye ku rojane, axa Lubnanê bo êrîşkirina ser Îsraîlê bi kar tîne.
Herwisa “Hesen Nesrûllah” gef li Îsraîlê xwar ku hekî êrîşê ser Lubnanê bike, Hizbullah ti sînor û yasayekê li şer digel Îsraîlê naparêze û her kes li hizra şer digel me be be, dê poşman bibe”.
Axaftinên wî milîsê ser bi rejîma Îranê dide xuya ku Hizbullah bo şer digel Îsraîlê dê ji hemû îmkanatên xwe ên wek bombên kîmiyayî û çekên komkuj ên din ku rejîma Îranê bê beranber bo çêkirina fitneyan û kuştina xelkê pêşkêşî Hizbullahê kirine û herwisa bikaranîna xelkê wek mertalê zindî û êrîşên kîmiyayî bo ser xelkê, xwe naparêze û ew yeka dê Lubnanê ji Xezê jî kawiltir bike.