Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amarên kuştî û birîndarên teqînên li Kirmanê zêde bûn

11:53 - 4 Kanûna Paşîn 2024

Li salvegera kuştina Qasim Silêmanî yê terorîstê cinayetkar de, li bajarê Kirmanê 2 teqîn qewimîn û heta niha çendîn amar guherîne û pêka dawî amar, zêdetir ji 105 kes kuştî û pitir ji 250 kes jî birîndar bûne. Lê amara serast hêj nehatiye belavkirin.

Roja Çarşemî 13ê Befranbarê 2 teqîn li dema birêveçona 4emîn salvegera kuştina Qasim Silêmanî yê terorîst de li goristana Kirmanê de li derdora cihê rêûresmê de qewimîn ku heta niha çendîn amarên kuştî û birîndaran belav bûne û her carê amarek belav dibe lê pêka dawî amaran, 105 kes kuştî û pitir ji 250 kes jî birîndar bûne.

Hêjayê gotinê ye ku li vê teqînê de ti pasdar an axund an deshilatdarekî rejîmê nehatiye kuştin yan birîndar nebûye û herwisa malbata Qasim Silêmanî ji li vê rêûresmê de beşdarî nekiribûn, vê yekê guman zêde kiriye ku ev teqîn kar û pîlana xudî rejîmê be.

Rejîma Îranê li derheq şêwaza teqînê jî çendên cure zanyariyên dij hev belav kirine, li destpêkê de ew bi êrîşeke xweteqîn dane zanîn û piştre ragihandin ku 2 bomb li çanteyên cuda de bi rêya dûr hatine teqandin û piştre gotin ku 2 maşînên bombrêjkirî teqiyane û carekê jê gotin ku kepsûlên gazê teqiyane.

Tevî ku heta niha ti aliyekê ew teqîn nekêşane stuyê xwe, lê piraniya xelkê Îranê li ser vê bawerê ne ku ew karê rejîmê bi xwe ye û berî jî kiryarên wiha kirine.

Fermandeyê hêza Quds a spaha pasdaran “Îslamîl Qaanî” yê terorîst bi belavkirina peyamekê ew teqîn bi Îsraîl û amerîkayê ve girêdaye lê Îsraîlê bi belavkirina daxuyaniyekê her cure peywendiyek bi wan teqînan red kiriye.

Rejîma Îranê bo berjewendiya siyasî kirayrên wiha li Şahçiraxa Şîrazêde jî kiribû û bi vê hêcetê çendîn kes bidar vekirin.

Deshilatdarên rejîm û ji wan Elî Xamineyî yê rêberê rejîmê, dîsan basê tolhildana dijvar dikin.