Mamostayê Felsefe û Huner yê Zanîngeha Azad a “Perend” li bajarê Tehranê ku welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Sinê ye, piştî derxistin ji ser kar, dawi bi jiyana xwe anî.
Mamostayê Felsefe û Huner yê Zanîngeha Azad a “Perend” li bajarê Tehranê ku welatiyekî Kurd ê bi navê Dr. “Newîd Berzence” yê xelkê bajarê Sinê ye, piştî derxistin ji ser kar, dawi bi jiyana xwe anî û rêûresma bi axspartina wî mamosteyê Zanîngehê, gorî agehdariyan malbata wî qirar dan ku îro Pêncşemî 14ê Befranbarê li bajarê Sinê biçe.
Piştî ku rejîma Îranê biryar da ji besîc û axundan wek mamosteyên zanîngeh û xwendingehan bi kar bîne, pêlek ji desrxistina mamosteyên zankoyan û xwendigehan dest pêkir û heta li dibistanan de jî di cihê mamosteyan mifah ji mamosteyên olî vergirt.
Navendên ewlehî bi hevahengî û hevkariya kesên ser bi rejîmê li zanîngehan, xwendingehan û heta dibistanan de mamosteyên nerazî an serbixwe peyda dikin û bi hêcetekê ji ser kar derdixin.
Heta dema amadekirina wî nûçeyî ti zaniyarî li ser sedemê derêxistina wî mamostayê Kurd ji zanîngehê li ber dest nîne.