Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çîn dixwaze pêwendiyên xwe digel Amerîkayê baştir bike

12:25 - 6 Kanûna Paşîn 2024

Wezareta Derve ya Çînê ragihandiye ku dixwaze pêwendiya wî welatî digel Amerîkayê baştir bike û ew baştirbûn bijarde nîne belkî hewcehiyek e.

Wezîrê Derve yê Çînê “Wang Yî” roja Înê 14ê Befranbarê li rêûresma 45emîn salvegera bilindragirtina pêwendiyên Dîplomatîk ên Çîn û Amerêkayê, tevî tekezî li ser hevkariya wan 2 welatan ku ew êdî bijarde nîne û niha hewcehiyek e, daxwaza zêdetirkirina pêwendiyan digel Amerîka û zêdetirbûna pêwendiyên baş ên dualî kir.

“Wang Yî” li axaftinên xwe de tekezî kir ku hevkariya Çîn û Amerêka êdî ne bi tenê bo 2 welatan belkî hewciyek bo cîhanê ye ku divê bi micîdî li ser kar bê kirin.

Hewla Çînê bo nêzîktirbûn bi Amerîkayê bi wateya bi tenêmana zêdetir a rejîma Îranê ye û tevî paşhatên siyasî û aborî, dê li civaka navnetwî de jî rejîma Îranê rastî givaşên zêdetir bibe.

Rejîma Îranê bi dana nefta erzan û amdekirina bazara Îranê bo tacirên Çînî û dana derfetên bê hejmar bi Çînê ku piraniya wan bê beranber bûne, bi tenê bo razîkirina Çînê bo piştevaniya siyasî ji Îranî li asta navnetwî de bûye û bi wî awayî ew yeka jî bo rejîma Îranê namîne.