Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşekî dironî bo ser binkê Amerîka li îraqê de hate kirin

12:11 - 1 Kanûna Paşîn 2024

Dironek ku ji aliyê milîsên ser bi rejîma Îranê bo lêdana binkeya “Eyn El-Esed” hatibû avêtin, li nêzî vê bikeyê xistine xwarê.

Pêka rapora nûçegihaniya “Reuters”ê li parêzgeha El-enbar a Îraqê de dironek ku ji aliyê milîsên ser bi rejîma Îranê li jêr navê “Moqawimeta Îslamî” bo lêdana binkeya Amerîka li “Eyn El-Esed” ve hatibû avêtin, li nêzî vê binkeyê ji aliyê hêzên Amerîka ve hate xistine.

Rejîma Îranê bi rêya milîsan û her carê li jêr navek cuda, binkeyên Amerîka û hêzên Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAÎŞê, dike armanc û li vê derheqê de çendîn caran hûşdarî daye rejîma Îranê û hêzên êrîşker ên wan milîsên ser bi rejîma Îranê, û çendîn caran ji aliyê hêzên Amerîkayê ve bûne armanc û heta niha bi 10an kes ji wan hêzane hatine kuştin.

Bi sedema neşiyana desthilata Îraqê û xoseriya hêzên çekdar ên ser bi rejîma Îranê, êrîş bo ser wan cure binkeyan zêde dibin û li bersivê de Amerîka navend û binkeyên wan milîsan diteqîne.