Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navendên ewlehî yên rejîma Îranê rêgirî li anîna termê sînemakarê Kurd bo Kurdistanê kir

12:31 - 6 Kanûna Paşîn 2024

Li gorî rapora Tora Mafê Mirov a Kurdistanê, navendên ewlehî yên rejîma Îranê rê nedane ku termê Mensûr Kerîmiyan sînemakarê xelkê Sine, vegerînine zêda wî ku bi axê bê sipartin..

Navbirî ku bi mebesta encamdana pirojeyekî fîlîm serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû, rêkefta 2ê Befranbarê li êrîşeke dironî ji aliyê Tirkiyê ve li bajarê Dêrîkê canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora Tora Mafê Mirov a Kurdistanê, malbata Mensûr Kerîmiyan li hewla veguhastina termê navbirî bo bajarê Sinê dene ku li rojên bê, bête biax sipartin.

Mensûr Kerîmiyanê temen 39 salî û xelkê bajarê Sinê, ezmûna 20 sal kar li ware Fotogirafî, Vîdyogirafî, û tomarkirina deng û derhênerê hebûye.